PeyamaKurd- Bernama Xida ya Dinyayê ya Neteweyên Hevgirtî (UNWFP) ragihand ku bi sedema ziwahiyê, lehî û rêvebiriya xerab ya aboriyê, li başûrê Afrîkayê 45 mîlyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Divê bi awayeka bilez xida bigihê herêmê.
WFP dibêje ku divê yekser civaka navdewletî bikeve nav tevgerê, alîkarî bigihê herêmê û bernameyeka bi wextê dirêj bo wan bê çêkirin. Di asta yekê de pêdivî bi 489 mîlyon dolarî heye lê niha tenê 205 mîlyon dolar hatiye civandin.
Rêvebirê WFP ê Lola Castro mijarê weha ragihand:
“Ev krîza birçîbûnê heya îro me tiştekî weha nediye û wê halê wan xerabtir bibe.”
WFP dixebite ku bo miqdarê alîkariyê temam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin