PeyamaKurd – Di encama operasyonekê de, Waliyê Enbarê yê DAIŞê û du alîkarên wî hatin kuştin.
Li gor Ajansa Hewalgiriyê û Lêkolînên Federal a Iraqê diyar kir, li ser zanyariyên hûr ên hewalgiriyê, Waliyê Enbarê yê DAIŞê Ebû Mensûr El-Heyanî û du alîkarên wî di operasyonekê de hatin kuştin.
Hewalgiriyê da zanîn, operasyon bi hevbeşî bi Şaneya Armanckirinê ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş re li Enbarê hatiye kirin.
Di berdewamiyê de eşkere kir, Ebû Mensûr El-Heyanî yek ji serkirdeyên diyar ên DAIŞê bû ku welatiyên Iraqê li ser rêya navdewletî li navçeya Rutbe dikirin armanc.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin