PeyamaKurd – Medya Amerîkayê ragihandiye ku rêveberiya Serok Joe Biden, derbarê jehrîkirina serokê opozîsyona rûsî Alexey Navalny û girtina wî de, amadekariyan dike li ser Rûsyayê cezayan bisepîne.
Li gorî nûçeya CNNê rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden amadekariyan dike ku ji ber jehrîkirina mûxalifê rûsî Alexey Navalny û girtina wî cezayan li ser Rûsyayê ferz bike.
CNNê bi zarê hin berpirsên di rêveberiya Amerîkayê de ragihandiye ku Amerîka wê cezayên li ser Rûsayê werin sepandin bi Yekîtiya Ewropa re kordîne bike da ku naveroka cezayan û dema wan diyar bike.
Hatiye diyarkirin ku cezayên yekem ku Joe Biden li ser Rûsyayê ferz bike, wê li hemberî siyaseta serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump û danûstandina wî ya bi Moskowê re be
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin