PeyamaKurd- Wekîlê HDPê yê berê Edip Berk û Hevseroka bajêr ya HDPê ya berê Gûlşen Ozer ji ber lêpirsînekê vê sibehê hatin binçavkirin.
Edip Berk û Gûlşen Ozer di newroza Çewligê de axaftinek kiribûn û di derbarê wê axaftinê de di derheqê wan de lêpirsîn hatibû vekirin.
Vê sibehê Wekîlê HDPê yê berê Edip Berk û Hevseroka bajêr ya berê Gûlşen Ozer li Amedê li malên xwe hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan Berk û Ozer birine Rêvebiriya Ewlehiya Amedê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin