PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Malîyê di dema operasyona Barkhaneyê de, wesayîteke bombebarkirî bi leşkerên Fransî de hat teqandin.
Li gorî zanyariyan, di encama teqînê de hejmarek leşker birîndar bûne û piştî bûyerê gelek helîkopter bo cihê teqînê hatine veguhestin.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, 10ê Hezîranê ragihandibû ku ew dê di çarçoveya guherînên bingehîn ên leşkerî de, Operasyona Barhaneyê bidawî bînin.
Fransa piştî tevgera leşkerî ya destpêka sala 2013an a bi navê ‘Serval’ li Malîyê, 1ê Tebaxa 2014an Operasyona Barkhaneyê dabû destpêkirin ku heta niha jî berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin