PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku Serfermandarê Giştî, General Meyman Elî el-Neasan, li Şamê bi şandeyek ji Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) re civiya.
Li gorî agahiyan, civîn li ser entegrekirina hêmanên HSDê di nav Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de bû.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku General Meyman Elî el-Neasan li ofîsa xwe ya li paytext Şamê pêşwaziya şandeyek ji HSDê kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di civînê de gavên ku ji bo entegrekirina HSDê di nav lîwayên cûrbecûr ên di nav beşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de werin avêtin hatine nîqaşkirin.
Hat destnîşankirin ku alîyan hejmarek mijarên têkildarî planên bicihkirina leşkerî û rêziknameyên îdarî nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin