Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê: 73 kes mirin û 99 birîndar rakirin nexwesxaneyê

Dîroka weşanê :
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê: 73 kes mirin û 99 birîndar rakirin nexwesxaneyê

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de, 73 kes mirin û 99 birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Aqsayê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê da wiha hat gotin; hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 73 mirî û 99 birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Eqsayê ya li Deyr El-Belah a li navenda Xezzeyê, agahiyên din nehatin parvekirin.

WAFAya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê ragihand ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên di derengiya şevê de li ser bajarên navenda û başûrê Şerîda Xezzeyê hatin kirin de herî kêm 18 Filistînî hatin kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin