Peyama Kurd – Wezîrê dadê yê Amerîkayê Merrick Garland jinîşka de seredana Ûkraynyê kir û li Kîevê bi serdozgera Ûkraynayê Iryna Venediktova re hevdîtin kir. Garland ragihand ku ew bi sedema avakirina Komîta Lêkolîna Sûcên Şer çûye Kîevê, ji bo lêpirsîna sûcen şer bike li Kîevê ye.
Garland bi sedema ji bo alîkariya destnîşankirina sûcdarên şer, girtin û lêpirsîna wan bike bi serdozgera Ûkrayna re civiyaye. Garland, ji bo desteka xwe ji bo xelkê Ûkrayna ragihîne seredana Kîevê kiriye û weha got:
“Amerîka peyamekî zelal dişîne. Ciyê xwe lê veşêrin tine ye. Em û hevkarên me ji bo hesab ji kiryarên wahşiyane bipirsin, em ê her rêyê biceribînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin