PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, li ser serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina ligel Abdullah Ocalan li Girava Îmralîyê daxuyanî da.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç li ser serlêdana DEM Partiyê got: "Daxwazname hefteya borî hat pêşkêşkirin. Nirxandina me berdewam dike. Bersiv dê di demek maqûl de were dayîn."
DEM Partiyê piştî bangên Serokê MHPê Devlet Bahçelî, 26ê Mijdarê ji bo hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareda Dadê ya Tirkiyeyê dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin