Wezîrê Derve yê Îranê li Samê bi Esed û Mikdad re civiya

Dîroka weşanê :
Wezîrê Derve yê Îranê li Samê bi Esed û Mikdad re civiya

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Husên Ebdullahiyan serdana paytexta Sûriyê Şamê kir û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebdullahiyan di hevdîtina xwe ya ligel Esed de, li ser mijarên herêmî û navdewletî bi taybet Felestînê û herwiha pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de êrîşa li dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şamê jî hate kirin.

Ebdullahiyan û hevtayê xwe Feysel el-Mîkdad beşdarî merasîma vekirina avahiya nû ya Balyozxaneya Îranê li kampusa Balyozxaneya Îranê li Şamê bûn.

Ebdullahiyan di civîna çapemeniyê ya hevpar a piştî merasimê da wiha got: "Sûcê terorîstî yê herî dawî ku teşkîlata siyonîst li dijî Balyozxaneya Îranê ya li Şamê pêk anî, ji aliyê balafirên şer û mûşekên Amerîkayê ve hat kirin."

Îsraîlê di 1ê Nîsanê de êrîşî avahiya Balyozxaneya Îranê ya li Şamê kiribû.

Di êrîşê de 2 jê general 7 kesên ji Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê mirin. Herwiha di êrîşê de 6 welatiyên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin