PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di 5ê Mijdarê de diçe Tirkiyê payîtext Ankara û wê seredana wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan bike. Blinken dîplomasiya xwe ya Rojhilata Navîn dimeşîne û mijara herî girîng kuı wê bi Tirkiyê re gotûbêj bike mijara Îsraîl û Fîlîstînê ye.
Her dû wezîr bi îhtîmalekî mezin li ser agirbesê, pêngavên ji bo aştiya mayînde û rawestandina bergiriya li alîkariya miroviye.
Blinken, di nav rojê de bi serokê Îsraîlê Herzog re, di rêya telefonê de axifî. Blinken ji Herzog xwestiye ku nehêlin di şer de zerar bigihê sîvîlan. Blinken her weha xwestiye ku alîkarî bigihê Xezzayê û mafên îsraîlê yên rewa jî diparêze.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin