Wezîrê karên derve yê Lubnanê diçe Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê Lubnanê diçe Tirkiyê

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku wezîrê karên derve û hem yê koçberan yê Lubnanê Abdallah Bouhabib, wezîrê gihandin û avahiyên bingehîn Ali Hamie û wezîrê hawirdoriyê Nasser Yassin wê bisedema erdhejê seredana Tirkiyê bikin.

Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Tirkiyê; her sê wezîrên Lubnanê ji bo taziyên xwe ji Tirkiyê re ragihînin di 23-24 ê sibatê de seredana Tirkiyê dikin. Her sê wezîr dê li Ankara seredana wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin