PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bi boneya Newrozê peyamek belav kir.
Saar li ser hesabê xwe yê Xê, bi sernavê “Ji gelê Kurd re” ev peyam bi par ve kir:
“Em di vê Newrozê de silavên xwe yên germ dişînin. Newroz sembola serkeftina ronahiyê ya li hemberî tarîtiyê, nûbûna biharê û ruhê hêviyê ye.
Îsraîl berxwedan û hêza gelê Kurd teqdîr dike. Biryardariya we ya ji bo parastina nasname û çanda we îlhamê dide.
Em îsal ji her demê zêdetir hêvîdar in ku Newroz bibe sedema aştî, ewlehî û xweşiyê. Bila hêviyên we mîna kulîlkên biharê bibişkivin.
Newroz pîroz be!”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin