PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Iraqê diyar kir, di nav 3 hefteyan de, dê 3 milyon dane derziyên Koronayê bigihê destê wan.
Wezîrê Tenduristiya Iraqê Hesen Temîmî do destnîşan kir, di nav sê hefteyan de, dê pişka yekem ya derziya Koronayê, ku 3 milyon dane ne, bigihê destê wan.
Wezîrê Tenduristiya Iraqê da zanîn, beriya her kesî dê karmendên wezareta tenduristiyê, karmendên dezgehên ewlehiyê û yên ku temenê wan ser 50 salî re ye û ew nexweşên ku bergiriya laşê wan lawaz e, bên derzîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin