PeyamaKurd - Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu îdia kir ku şerê wan ê dijî PKKê digihîje dawiyê û wan PKK ji bajaran paqij kiriye û ew di şikeftan de asê kirine.
Wezîrê Tirk, rexne li welatên ku li dijî biryara vekişîna leşkerên Amerîkayê derdikevin û piştevaniya Kurdan dikin derket û taybet bo Fransayê got, “Berteke ewil a biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, ji Fransayê hat. Lewra ji Rojava piştgirî ji PKKê re tê, vê zarokê li kuçeyê jî dizane.”
Soylu herwiha got, “Hema bêjin em gihîştin dawiya têkoşîna dijî PKKê. PKKya ku me ew bi temamî ji nav bajaran paqij kiriye, li çiyayan jî me ew di şikeftan de asê kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin