PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar derbarê rewşa Idlibê û xalên wan ên leşkerî li Sûriyê daxuyanî dan.
Akar li ser dorpêçkirina xalên leşkerî ji aliyê hêzên Sûriyê ve got, “Wê xalên me yên çavdêriyê li gorî rêkeftinê (Astana) bimînin. Em çalakiyên xwe yên sewqiyatê didomînin. Hevalên me yên berpirsiyar bi muxatabên Rûs re kordîne dikin. Lê em eşkere dibêjin, heger tevî vê jî astengkirinek çêbe, tişta pêwîst emê bikin.”
Wezîrê Tirk îdia kir sedema hebûna hêzên wan li Sûriyê, paqijkirina terorê, ewlehiya gelê Sûrî, çêkirina destûra nû û bi hilbijartinê avabûna hikûmeta nû ye.
Akar herwiha got ku xalên wan ên çavdêriyê li Idlibê hene, Rêkeftina Adanayê (1998) heye û rêkeftina Soçî ya digel Rûsyayê heye ku ew karê ew li Sûriyê dikin li gorî rêkeftinên navdewletî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin