PeyamaKurd- Parlamentoya Qirgizîstanê, roja çarşemê peymana bi Rusyayê re ya ji bo avakirina tora pergala parastina asîmanî ya hevpar qebûl kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Meclisa Qirgizîstanê ve hat dayîn de hat gotin ku "Parlamenteran, pêşnûmaya pesendkirina peymana di navbera Komara Qirgizîstan û Federasyona Rusyayê ya di derbarê avakirina Pergala Parastina Asîmanî ya Herêmî ya Hevbeş de nirxand û qebûl kir.”
Her wiha hat diyarkirin ku peyman, ji bo bernameya bikaranîna hevbeş a pênc hektar zevî ya li baregeha leşkerî ya Kantê ya Rusî ya li Qirgizistanê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin