WSJ: Zêdetirî 15 hezar kes ji Kampa Holê reviyane

Dîroka weşanê :
WSJ: Zêdetirî 15 hezar kes ji Kampa Holê reviyane

PeyamaKurd – Rojnameya navdar a Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku li gorî texmînên ajansên îstîxbaratê yên Amerîkayê, di navbera 15 hezar û 20 hezar kesî de ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê reviyane.

Ev reva girseyî di meha borî de qewimî, dema ku herêm di nava guhertineke krîtîk a desthilatdariyê de bû. Dîplomatên Rojavayî yên li Şamê didin zanîn ku ev valahiya ewlehiyê di dema veguhastina kontrola kampê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ber bi rêveberiya nû ya Ehmed Şera ve rû daye û di nava çend rojan de bûye sedema valabûna kampê.

Di derbarê sedema vê revê de aliyên li qadê hevdu tawanbar dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar dikenku ji ber êrîşên hêzên Şamê yên di meha Çile de, ew neçar mane hêzên xwe vekişînin û ev yek bûye sedem ku girtî û malbatên DAIŞê ji kampê birevin. Lê belê, rêveberiya Ehmed Şera van îdiayan red dike û HSDyê tawanbar dike ku wan bi zanebûn endamên DAIŞê berdaye.

Di vê navberê de, hat ragihandin ku bi hezaran kesên mayî ber bi Iraqê ve hatine veguhestin û malbatên dawîn ên li Holê jî dê ji bo kampeke din a li Rojavayê Kurdistanê werin veguhastin.

Kampa Holê ku di sala 2019an de piştî hilweşandina DAIŞê hatibû avakirin, di serdema xwe ya herî qerebalê de zêdetirî 70 hezar kes lê diman. Li gorî daneyên Pentagonê, heta dawiya sala 2025an nifûsa kampê derdora 23 hezar kes bû, lê niha tê gotin ku tenê 300-400 malbat li wir mane. Dema ku Washington hikûmeta Şamê ji ber vê karesata ewlehiyê berpirsiyar dibîne, rêveberiya Şera îdia dike ku ew ê hewl bidin kesên radîkal ên reviyayî bişopînin û wan ji nû ve tevlî civakê bikin. Lê belê pispor hişyarî didin ku ev reva girseyî dibe ku bibe bingeha perwerdekirin û derketina milîtanên nû yên DAIŞê li herêmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin