Xamaneyî: Em ji bo vegerin ser peymana navokî li benda kiryaran in

Xamaneyî: Em ji bo vegerin ser peymana navokî li benda kiryaran in

PeyamaKurd –  Rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaneyî di kanala dewleta Îranê de da zanîn, ji bo ew vegerin ser peymana navokî ya sala 2015an ne gotin, lê kiryar pêwîst in.

Ayetulah Alî Xamaneyî diyar kir, ew bi dîplomatên welêt re ser peymana navokî axifîye û got: ‘‘Min ji dîplomatên me re got ku bo em vegerin ser peymana navokî em ne li benda sozan, lê li benda kiryaran in.’’

Amerîka, Çîn, Brîtanya, Rûsya, Fransa û Almanya di sala 2015an de bi Îranê re peymana navokî îmza kiribûn. Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, di sala 2018an de welatê xwe ji peymanê vekişandibû û Îranê jî ragihandibû ku ew ê êdî li gor berpirsîyên peymanê tevnegere.

Rêveberiya Serok Joe Biden dabû zanîn ku ew dikarin vegerin peymana navokî û li ser vê di navbera welatên rojavayî û Îranê de hevdîtin çêbûbûn. Karbidestên Îranê dibêjin ku ji bo ew vegerin ser peymanê, divê Amerîka hemî toleyên dijî wan rake.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin