Xelîfe Hefter ji bo agirbestê sert danî û 90 roj jî mohlet da komên çekdar

Xelîfe Hefter ji bo agirbestê sert danî û 90 roj jî mohlet da komên çekdar

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ku li Moskowê rêkeftina agirbestê îmze nekir da xuyakirin ku ew amade ye bi merc dest bi gotûbêjan bike.

Hat ragihandin ku General Xelîfe Hefter ji Rûsya re da xuyakirin ku ew amade ye li ser rewşa Lîbyayê dest bi gotûbêjan bike, lê bi mercê ku milîsên çekdar di nav 45 heya 90 rojan de, hemû çekên xwe radest bikin.

Hefter herwiha daxwaz kir ku divê komîteyek ji Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê û Neteweyên Yekbûyî bê pêkanîn ku çekan tenê di destê Hêzên Çekdar yên Lîbyayê de bihêle û komên din di bin banê wê de kar bikin.

General Hefter herwiha red kir ku Tirkiye bibe navbeynkareke navdewletî ji bo aramkirina rewşa Lîbyayê û da zanîn, dewleta navbeynkar divê dewleteke bêalî be, ne weke Tirkiyê be ku ji bo piştevaniya dijberê wan û hikûmeta li Terablusê çekdaran dişîne Lîbyayê.

Di hevdîtinên roja duşemê de, Hefter rêkeftina agirbestê îmze nekiribû û du roj ji Rûsyayê dem xwestibû. Di hevdîtinên ku şanda Tirkiye û Rûsyayê li Moskowê wekî navbeykar beşdarî kirin de, ti encamek derneketibû ku Rûsya piştgiriya hêzên Hafter li Libyayê dike û Tirkiye jî bervajî wê piştgiriyê dide hikûmeta Wîfaq a Fayez Serac.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin