PeyamaKurd - Xwepêşanderên Îraqê êrîş birin ser Bayozxaneya Îranê li Kerbelayê û di wê êrîşê de jî xwepêşanderek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gorî medyaya Îraqê derengê şeva borî, xwepêşanderan li Kerbelayê, Balyozxaneya Îranê dorpêç kirin û bi beran êrîş kirin ser wê û deriyê derve yê balyozxaneyê şewitandin.
Amaje bi wê yekê jî kirine, ku xwepêşanderan dirûşmên dijî Îranê gotin û alaya Îraqê li ser dîwara balyozxaneya Îranê heldan.
Bi sedema wê êrişê alozî di navbera pasewanên balyozxaneya û xwepêşanderan çêbû û bi wê sedemê jî xwepêşanderek hat kuştin û yek dî jî birîndar bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin