YE: Brîtanya dikare yekalî Brexitê betal bike

Dîroka weşanê :
YE: Brîtanya dikare yekalî Brexitê betal bike

PeyamaKurd - Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê ku dadgeha herî bilind a YEyê ye, îro duşemê biryar da ku hikûmeta Brîtanyayê dikare biryara cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê yekalî paşde bikişîne.

Dîwana Edaletê ev biryar rojek beriya dengdana rêkeftina Brexitê li Parlamentoya Brîtanyayê ragihand.

Dîwana Edaletê di biryara xwe de got, “Qraliyeta Yekgirtî, azad e ku yekalî niyeta cudabûna ji YEyê betal bike.”

Çav lê re ye Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May rêkeftina Brexit a cudabûna ji YEyê ji bo dengdanê sibe 11ê Kanûnê pêşkeşî parlamentoyê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin