YE: Tirkiye qanûnên navdewletî binpê dike

YE: Tirkiye qanûnên navdewletî binpê dike

PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) di civîne li ser Belarûsê ya welatên endam de, li ser aloziya li Rojhilatê Deryayê Spî piştgiriya xwe ji Qibris û Yunanistanê re nîşan da.

Di civînê de, tevgera Tirkiyê ya li Deryayê Spî wekî binpêkirina qanûnên navdewletî hat nirxandin û hat gotin ku lêgerînên Tirkiyê li Derya Spî gefê li ewlehiya Yunanistan û Ewropayê dixwe.

Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis di civînê de bal kişand ser pêşhatên dawî yên li Deryayê Spî û li ser hevpeymana di navbera Yunanistanê û Misirê de kir ku hevpeymana di navbera Qahîre û Atîneyê de qanûnî ye û berevajî siyaseta Tirkiyê ya tevahiya qanûnên navdewletî binpê dike ye.

Hat diyarkirin ku di civînê de, Serokê parlamantoya Ewropayê û serokên Almanya û Avusturyayê jî careke din piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ji bo Yunanistan û Qibirsê dubare kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin