PeyamaKurd – Yekîtiya Alimên Misilmanên Dinyayê ku navenda wê li Doha ya Qeterê ye, ji ber belavbûna vîrusa koronayê bang li hikûmetên hemû welatan kir ku girtiyan berdin.
Di daxuyaniya Alimên Misilmanan de hat gotin, "Yekîtî ji hikûmetên hemû welatan re bang dike ku ji ber îhtimala belavbûna vîrusê mehkuman berde û zilm û neheqiya li ser ebdan ji holê rake.”
Herwiha hat xwestin ku hemû welat pabendî biryarên saziyên tenduristiyê bin û hevkariya hevdu bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin