PeyamaKurd - Yekîtiya Awrûpayê bo xwepêşandanên ku li Xezayê hatin kirin û Îraîlê di dema xwepêşandana de li Fîlîstîniyan xist, nerazîbûna xwe diyar kir.
Bertek ji aliyê temsîlkara bilind ya têkiliyên derve û siyaseta ewlekariyê ya Yekîtiya Awrûpayê Federica Mogherini ve hat nîşandan. Ji ofîsa Federica Mogherini bi nivîskî beyaneka weha hat dayîn:
“Piştî ku Îsraîl bi sîlihan li xwepêşandêran da, li Xezzayê di nava wan de rojnamevanekî û zarok jî hebû bi temamî 9 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn. Bikaranîna vê heza bê nisbet, di seriyê mirov de gelek pirsan çêdike.”
Yekîtiya Awrûpayê ragihand ku bi mirina van kesan gelek xemgîne û bo birîndaran şîfa dixwaze. Bo pêdiviya tibbî, pêdivî bi çi hebe, divê herkes ji aliyê xwe de bikeve nava tevgerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin