Yekîtiya Awrûpayê statuya namzetiyê da Bosna Hersekê

Yekîtiya Awrûpayê statuya namzetiyê da Bosna Hersekê

PeyamaKurd – Lîderên dewletên Yekîtiya Awrûpayê li ser ku wezîrên ji kar û barên Yekîtiya Awrûpayê berpirs do wesiyet kiribûn ku statuya endamtiya Yekîtiya Awrûpayê bidin Bosna Hersekê, civiyan. Lîder di civînê de biryarê dan ku namzediya Bosna Hersekê qebûl bikin. Endamê komisyona YA yê yê ji firehbûnê berpirs Oliver Varhelyi weha got:

“Ev biryarekî dîrokiye. Dahatûya Bosna Hersekê di Yekîtiya Awrûpa de ye.”

Ji bo Bosna Hersek bibe endamê YA yê li pêşiya wê pêvajoyekî dirêj heye û divê gelek şertên YA yê bicîh bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin