PeyamaKurd - Ajansa Parastina Sînoran a Yekîtiya Ewropayê Frontex, dê hejmara leşkerên ser sînorên navbera Bulgaristan, Sirbistan û Tirkiyê bi qasî sê qatan bên zêdekirin.
Li gorî ragihandina Frontexê dê personelên îlawe li wan sînoran bêne bicihkirin û ji 20ê Adarê pê de jî bi qasî sê qatan hejmara leşkeran bê zêdekirin.
Serokê Fontexê Hans Leijtens, da xuyakirin ku wê ji 20ê Adarê pê de 500-600 personel li deriyê sînorî yê Tirkiye-Bulgaristanê bên bicihkirin ku dê di nav wan de karmendên çavdêrîkirina mafên mirovan jî hebin.
Herwiha dê YE ji bo pêşîgirtina penaberan li sînorên navbera Sirbistanê jî hejmara leşker û karmendên xwe zêde bike.
Serokê Frontexê ragihandiye ku ew piştevaniyeke temam didin Bulgaristanê ku beşdarî nav herêma vîzeya Schengenê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin