Yekîtiya Ewrûpayê ji bo 60 dewletî vîzeyê radike!

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo 60 dewletî vîzeyê radike!

PeyamaKurd- Hat îddakirin ku Yekîtiya Ewrûpayê (YE) wê ji bo 60 dewletî, vîzeyê rake û pergaleke nû ava bike.

Li gorî pergala nû welatiyên van 60 dewletan wê bikaribin bi rêya înternetê agahiyên xwe pêşkêşî Yekîtiya Ewrûpayê bikin û bi vî rengî wê vîzeya Schengenê bistînin. Ji bo vîzeyê, her kesek wê 7 Euroyan bide. Lê belê vîze wê ji bo kîjan welatan were rakirin, heta niha nehatiye eşkerekirin.

Heke ev sîstem were qebûlkirin û avakirin, di 2021ê de welatiyên 60 dewletên ku hatine tespîtkirin, wê bikaribin li 26 welatên Ewrûpayê bi serbestî bigerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin