YEyê bertek nîsanî Rûsyayê da: Nayê qebûlkirin…

YEyê bertek nîsanî Rûsyayê da: Nayê qebûlkirin…

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê li ser mudaxeleya hêzên ewlekariya Rûsyayê bo xwepêşanderên muxalîfên hikûmetê daxuyaniyek belav kir û got, mudaxeleya dijî xwepêşander û rojnamevanan nayê qebûlkirin.

Nivîsgeha Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariya Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku mudaxeleya tund û binçavkirina zêdetirî hezar xwepêşanderên dijî hikûmetê li dijî azadiya kombûn û derbirinê ye.

Di daxuyaniyê de binçavkirina rojnamevanan û binpêkirina mafên bingehîn hat bibîrxistin û hat gotin ku ew kiryar li dijî destûra bingehîn a Rûsyayê ne.

Herwiha hat destnîşankirin ku xwepêşandin bê destûr wergirtin bên kirin jî nabe werin binçavkirin û rastî tundiya polîsan bên û hat gotin, ev helwest nayê qebûlkirin.

YEyê bang li Rûsyayê kir rojnamevan û xwepêşanderên hatine binçavkirin bilez serbest berde.

Rûsya | Hezar û 74 xwepêşanderên muxalîf hatin binçavkirin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin