PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê YSKê ve hat dayîn, kesên ku dixwazin ji bo hilbijartinên herêmî yên di meha adarê de bên kirin navnîşanên xwe biguherînin, divê heta 1ê Cotmehê serlêdanên xwe bikin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo Hilbijartina Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ya ku dê di 31ê Adara 2024an de bê kirin dê ji 1ê Cotmehê pê ve lîsteyên hilbijêran ji Gerînendehiya Giştî ya Karûbarên Nifûs û Hemwelatîbûnê werbigire.
Ji ber vê sedemê divê hilbijêr heta 1ê Cotmehê bi rêya sepana elektronîk an jî daîreyên sîvîl guhertina navnîşana xwe bikin da ku bikaribin roja dengdanê li ku bin dengê xwe bidin.
Her wiha hat destnîşankirin ku YSK dê alîkariyê bide kesên ku di erdheja 6ê Sibatê ya li navenda Mereşê de mexdûr bûne.
Ji bo hilbijêrên di vê rewşê de bi hêsanî dengê xwe bidin, wekî Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê dê tedbîrên nû bên girtin û hilbijêrên li herêma erdhejê bi hêsanî navnîşanên xwe veguhezînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin