YSKê, qedexeyên hilbijartinan ragihandin

YSKê, qedexeyên hilbijartinan ragihandin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK), di çarçoveya salnameya hilbijartinê ya Hilbijartinên Giştî ya Parlamenteran a Serdema 28emîn û Hilbijartina Serokomariyê ya ku dê di 14ê Gulana 2023yan de bên kirin de îro qedexe da destpêkirin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku “Di 10 rojên beriya roja dengdanê de di bin navê referanduma biçûk de bi rêya medyaya nivîskî, devkî û dîtbarî; tu weşan û belavkirin li alî û li dijî namzedan an jî bi awayekî ku bandorê li dengên welatiyan bike û medya, rapirsiyên raya giştî, pêşbînî, telefonên agahî û ragihandinê, nikare bê kirin.

Weşanên wekî rapirsiya raya giştî, rapirsî, pêşbîniyê û referandûmên biçûk, li derve nayên kirin. Di dema rapirsiyên raya giştî û weşandina rapirsiyan de dê hewce be ku were eşkerekirin bê ka lêkolîn ji aliyê kîjan rêxistinê ve hatiye kirin, hejmara mijaran û ji aliyê kê ve lêkolîn hatiye fînansekirin.

Heger ev rêgez bên binpêkirin, ew ê mijar ji Serdozgeriya Komarê, Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê, Saziya Teknolojiyên Ragihandinê û Komeleya Pêşkêşkarên Gihîştinê re bê ragihandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin