Ji Erdogan daxuyaniya Sêladizê: Balafir rabûn hemû belav bûn…

Ji Erdogan daxuyaniya Sêladizê: Balafir rabûn hemû belav bûn…

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê xwepêşandan û bûyera serdegirtina baregeha leşkerên Tirkiyê ya Şêladizê de axivî.

Erdogan li bajarê Dîlokê derbarê bûyeran de diyar kir ku dema hilbijratinan PKK hin amadekariyan dike û got, “Êdî ev bikêr nayên. Îro li aliyê Iraqê xwestin şaşiyekê bikin. Balafirên me rabûn û hemû neçar man belav bibin.”

Di encama xwepêşanda navçeya Şêladizê ya Duhokê de ku li dijî operasyon û bombadirmanên Tirkiyê ku sivîl tê de bûne qûrbanî hat lidarxistin de, li gor zanyariyan herî kêm 2 kesan can daye û bêhtirî deh kes jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye xwepêşanderan bi ser baregeha leşkerên Tirkiyê de girt û ziyaneke mezin gihandin wesayît û alavên leşkerî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin