PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêseşê pêşwazî li şanda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi amadebûna Alîkar û Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY bo Rêgirîkirin li Jenosîdan, Adama Dieng û Serokê Tîma Navdewletî bo Lêkolîna di Tawanên DAIŞê de Esed Ehmedxan kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, tekezî li girîngiya hewlên navdewletî bo rêgirîkirina li jenosîd û komkujiyan û bi taybet tawanên DAIŞê hatiye kirin.
Herwiha guftûgo derbarê girîngîpêdana bi hevhangiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Netewên Yekbûyî de hate kirin, ji bo belgekirina tawanên DAIŞê û çirkirina hewlan ji bo encamderên wan tawanan di dadgeheke nevdewletî de bi sizayên yasayî werin sizadan û ji bo mafên qurbaniyên destê DAIŞê jî bêne parastin.
Şanda NY pesnê hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bo parastina mafên pêkhateyên olî yên cûda û girîngîpêdana bi kultura pêkvejiyana aştiyane ya olî li Herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin