Zêdetirî 2 hezar sivîl hatine kustin, hejmara koçberan 874 hezaran derbas kir

Zêdetirî 2 hezar sivîl hatine kustin, hejmara koçberan 874 hezaran derbas kir

PeyamaKurd – Di roja 7emîn a êrîşên dagirkirina Ûkraynayê de, artêşa Rûsyayê bi hêzeke mezin ya bejahî û bi êrîşên asmanî gelek bajarên Ûkraynayê dorpêç kirine.

Di bombardimanan de, gelek avahiyên sivîl û bazirganî jî dibin hedef ku wêne û vîdyoyên wan li ser medya civakî têne belavkirin.

Di dîmenan de xuya dibe ku wêraniyeke mezin li hin bajarên Ûkraynayê çêbûye û hejmarek zêde ji sivîlan jî bûne qûrbanî.

Li gorî zanyariyên Saziya Rewşên Lezgîn a Ûkraynayê ji 24ê Sibatê heta 2yê Adarê, di encama êrîşên Rûsyayê de zêdetirî 2 hezar sivîl hatine kuştin.

Herwiha li gorî amarên dawî yên Neteweyên Yekbûyî jî heta îro 2yê Adarê zêdetirî 874 hezar kes ji Ûkraynayê reviyane û koçberî welatên Ewropayê bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin