Zelenskiy: Em dest ji Bahmutê bernadin!

Zelenskiy: Em dest ji Bahmutê bernadin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ji generalên xwe xwest ku li ser bajarê Bahmutê ku pevçûn lê berdewam dikin, nêrînên xwe vebêjin.

Volodimir Zelenskiy, di derbarê bajarê Bahmutê yê ku di navbera herêmên Donetsk û Luhanskê de cih digire û wekî xaleke stratejîk tê dîtin, daxuyanî da.

Zelenskiy diyar kir ku ew ê parastina bajarê ku pevçûnên dijwar lê berdewam dikin, ew ê bidomînin û got,

"Îro, di civîna Serfermandariya Giştî de min rasterast ji fermandarê Khortytsia Orgeneral Syrskyi û Serfermandarê Giştî Zaluzhny nêrîna wan pirsî. Li herêma Bahmutê, li ser paşvekişandinê yan jî parastina bajêr û çêkirina hêzê got, 'paşve nekişin û xurt bikin', ev nêrîn bi yekdengî hat piştgirîkirin.

Volodimir Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku tu herêmeke Ukraynayê wekî herêmeke bêdestûr nayê dîtin û got, "Tu beşeke Ukraynayê ku mirov dikare bibêje ku hatiye terikandin tuneye. Xendekeke Ukraynayê tuneye ku berxwedan û lehengiya şervanên me bê paşguhkirin.

Ji bo jinavbirina dagirkeriyê, tu çeperek tuneye ku leşkerên Ukraynayê bi lehengî lê cih nagirin. Bahmut û Donbas, ji destpêka şer ve yek ji encamên herî mezin dide. Dema wexta wê hat, em ê her bajar û gundên welatê xwe azad bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin