Zelensky careke din banga hevdîtinê li Pûtîn kir: Em amade ne...

Zelensky careke din banga hevdîtinê li Pûtîn kir: Em amade ne...

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di daxuyaniya xwe ya dawî de bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn dike û dibêje, ji bo şer were bidawîkirin û leşkerên rûsî ji nav erda wan vekişin ew dikarin dev ji daxwazên endambûna NATOyê berdin.

Zelenskiy gotiye, Kîev ji bo agirbest pêk were û hêzên rûsî jî vekişin dikare dev ji endambûna NATOyê berde û herwiha ew amade ne, li ser statuya Qirim û Donbasê jî gotûbêjê bikin.

Zelensky daye zanîn ku ew di çarçoveya her cûre formatê de amade ye bi Pûtîn re hevdîtinê bike, lê divê ewlehiya Ukrayayê jî were garantîkirin.

Serokê Ukraynayê herwiha daye xuyakirin, heger neçarî dayîna tawîzan bo Rûsyayê bibin jî divê gelê Ukraynayê bi referandûmê wê biryarê bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin