PeyamaKurd - Serokê Ukrayna Volodimîr Zelensky ragihand ku ew dê serdana Îmarata Erebî, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê bike.
Zelensky li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê axaftinek kir û tê de got, ew ê serdana Îmarata Erebî, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê bike, lê dîroka wan serdanan eşkere nekir.
Herwiha Zelensky li ser mijara danûstandina bo dawîkirina şer û plana aştiyê ya Trump jî ragihand ku niha ti planeke wî ya hevdîtinê bi rayedarên Amerîkî û yên Rûsî re tune ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin