PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhhemed Cewad Zerîf got: "Mijarên Rêketinama Atomî û sekinîna li hemberî sîyasetên yekalîtîyê yên Amerîkayê di hemî civînan de hatin axaftin."
Zerfî bi botina wê yekê ku civaka navnetewî xetera sîyasetên yekalîtîyê yên Amerîkayê ji bo pêşberojê dibîne, ragihand ku civaka navnetewî divê berdêla sekinîna li hemberî van siyasetan bide.
Zerîf bal kişand ser muzakereyên digel Ewropiyan ên derbarê hevkarîyên aborî û bikaranîna mêkanîzma taybet a darayî û got: Qebûlkirina rîskê ji hêla welatên YEyê ve bi awayekî berbiçav kêm bûye lê divê mirov çaverê be ka amade ne heta kuderê vî karî bidomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin