Zuckerberg: Nîvê xebatkarên Facebookê dê daîmî li malê bixebitin

Zuckerberg: Nîvê xebatkarên Facebookê dê daîmî li malê bixebitin

PeyamaKurd - Damezirînêrê Facebookê Mark Zuckerberg di civînekê online de diyar kir ku niha 95 ji sedê xebatkarên wan li malê dixebitin û ew awayê xebatê dê bo nîvê xebatkarên wan bi awayekî daîmî bidome.

Zuckerberg got ku xebata li malê ya ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) çêbûye, kiriye ku ew ji nû ve li ser xebata li ofîsan bifikire.

Zukerbergî da zanîn ku herî zêde heta 10 salan dê nîvê 45 hezar xebatkarên Facebookê dê li malê kar bikin.

Facebook dê berê destûrê bide endazyarên payabilind ku li malê bixebitin û dûre xebatkarên ku performansên wan baş bin jî dê karibin bo xebata li malê serlêdanê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin