PeyamaKurd – Li Bexdayê hejmara xwepêşanderên can dane, gihîşt 30 kesan.
Li gor zanyariyan, îro 30.08.2022yê serê sibehê li Bexdayê hejmara kesên can dane gihîştiye 30 kesan û dengê çekan jî li Herêma Kesk û herwiha navçeyên din ên cuda jî pir zêde tê bîhîstin.
Herwiha Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê jî bi daxuyaniyekê da zanîn, bi 4 moşekan êrîşî Herêma Kesk a Bexdayê kirine.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê jî sîstema berevaniya esmanî xist kar û got, hemû karmendên balyozxaneyê li ser kar in û karê xwe berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin