Balyozê Denmarkê spasiya Serok Barzanî kir

Balyozê Denmarkê spasiya Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Hezîranê roja Çarşemê pêşwazî li Balyozê Denmarkê yêi Iraqê Stig Paulo Beiras kir ku ji bo serdana xatirxwestinê hatibû.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de, Balyozê Denmarkê li Iraqê bal kişand ser rola Serok Barzanî di dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Denmarkê derbarê wan her du welatiyên Denmarkî yên berî demekê rastî giriftekê hatibûn.

Herwiha di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û astengî û zehmetiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin û Serok Barzanî derbarê beşdariya Herêmê di hikûmeta bê û proseya siyasî ya Iraqê de, tekezî li wê kir ku mercên Herêmê ji bo proseya siyasî ya Iraqê, pabendbûna aliyên siyasî ya Iraqê bi her sê perensîbên hevbeşî, hevsengî û sazanê ye.

Di civînê de, gefên terorê li ser navçeyê û rewşa Şingalê jî hat guftûgokirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin