Rûsya ardû ya kestiyan û motorînê serbest berda

Rûsya ardû ya kestiyan û motorînê serbest berda

PeyamaKurd – Rûsya berê qanûnê di derbarê ardûyan de derxistibû û qedexeyan danîbû ser hinek cûreyên wan. Niha bi qanûnekî qedexeya îxracata ser ardûya motorên keştiyan û motorîna gundan rakir.

Biryar ji terefê serokwezîrê Rûsyayê Mihail Mişustin de  tesdîq bû. Rûsya rojane 100 hezar varêl benzîn û 900 hezar varêl motorînê îxrac dike.

Rûsya, bi sedema îxracata petrolê, ji ber di  nav welatê wan de bihayê petrolê zêde bûbû û ji ber wê jî îxracatê qedexe kiribû. Piştî qedexeyê, bihayê benzînê û motorînê di nav Rûsya de daketibû.

Di sala borî de îxracata motorînê ya li seranserê Rûsyayê 35 mîlyon ton û ya benzînê 4.8 milyon ton bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin