Erdheja 5,1 a Kirmansanê Basûrê Kurdistanê jî hejand

Erdheja 5,1 a Kirmansanê Basûrê Kurdistanê jî hejand

PeyamaKurd – Îro Yekşemê li bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê bi dijweriya pileya 5,1ê erd hejiya.

Erdheja ku navenda wê Kirmanşan e li Başûrê Kurdistanê jî bandor kir û navçeyên Germiyan û Xaneqîn jî bi tundî hejiyan.

Li gor zanyariyan, li navçeyên Gêlana Rojava, Qesir Şîrîn û Serpîl Zahaw li parêzgeha Kirmanşanê ya rojhilatê Kurdistanê erd bi tundiya 5.1 li pileya Rîchterê hejiya ku heta agahî derbarê ziyanan de nehatine.

Li gor zanyariyên ajansa İSNA ya Îranê erdhej li saet 13:45 dema Îranê li nêzîk bajarê Gîlan a rojava ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê û di kûrahiya 8 kîlometreyan bin erdê de çêbûye.

Navenda erdhejê 29 kîlometre dûrî bajarê Gîlan a rojava û 30 kîlometreya Qesrî Şirîn û 32 kîlometre dûrî Serpêl Zehaw e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin