Jeffrey: Em li ser alîkariya hêza asmanî bo Tirkiyê dixebitin

Jeffrey: Em li ser alîkariya hêza asmanî bo Tirkiyê dixebitin

PeyamaKurd – Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey, ragihand ku ji bo alîkariya Tirkiyê li Idlibê ew li ser piştevaniya asmanî dixebitin, lê bicihkirina yekîneyên bejahî nafikirin.

Jeffrey piştî hevdîtina ligel endamên hevpeymaniya NATOyê li Brukselê da xuyakirin, ew li ser alîkariya NATOyê li Idlibê bo Tirkiyê danûstandinan dikin.

Jeffrey got, "Her tişt li ser masê ye. Baweriya me pê nîne ku agirbesta Idlibê di berjewendiya Rûsya û rejîma Sûriyê de heye. Ew li pey serkeftineke giştî ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin