PeyamaKurd- Rûsyayê ragihand ku rêxistina terorê ya el Nûsrayê li Idlîbê teqe li jîngehan kiriye.
Serokê Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê li Sûriyê Aleksandr Şerbitskiy derbarê rewşa dawî de daxuyaniyek da û diyar kir ku rêxistina terorê ya el Nûsrayê li Idlibê teqe li jîngehan kiriye.
Şerbitskiy, dide zanîn ku çekdarên Nûsrayê teqe li jîngehên li Idlîbê kiriye û got, “El Nûsrayê du caran teqe li jîngeha Rûayhayê ya li Idlîbê kiriye. Carekê bo jîngeha bi navê Darh el Kebire û du caran jî bo Ed Danayê.”
Rayedarê rûsî da xuyakirin ku hêzên leşkerî yên Rûsyyê li Heleb, Reqa, Dêre Zor û Hesekê bi berdewamî dewriyeyan digerînin û hêzên esmanî yên Rûsyayê jî piştgiriya va dewriyeyan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin