PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser êrîşên ser hêzên Tirkiyê li Idlibê got, divê Sûriye û aliyên ku êrîşî hêzên wan dikin, berdeleke giran bidin.
Serokomarê Tirk herwiha ragihand ku ew dê li ser vê mijarê sibe Çarşemiyê pêngavên pêwîst ên Tirkiyê eşkere bike.
Erdogan îro Sêşemê di merasîmeke li Enqerê de li ser êrîşên rejîmê û rewşa Idlibê daxuyanî dan.
Erdogan da xuyakirin ku ew dê sibe Çarşemê di civîna Koma AKPê ya li parlamentoyê de pêngavên pêwîst ên Tirkiyê yên derbarê rewşa Idlibê û bersivdana êrîşên li ser hêzên Tirkiyê yên li wê herêma Sûriyê eşkere bike.
Erdogan herwiha got: “Doh rejîmê bi awayekê cidî bersivên wek belayê dît, lê têrê nake, dê berdewamiyê jî bihê. Her kes êrîşî me bike, dê bedelên giran bide. Ez dê sibe di civîna komê de pêngavên ku bêne avêtin, aşkere bikim.”
Doh di êrîşa hêzên rejîma Sûriyê de, 5 leşkerên tirk hatibûn kuştin û îro jî li rojhilatê Idlibê helîkoptereke artêşa Sûriyê ji aliyê hêzên girêdayî Tirkiyê ve hatibû xistin.
Herwiha Rûsyayê jî hişyarî da Tirkiyê ku êrîş neke û berpirsiyariyên xwe yên rêkeftina Soçîyê li ber çavan bigire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin