PeyamaKurd – Li bajarokê Çemankê yê Amediyê hejmarek gerîlayên PKKê, êrîşî hêzên Pêşmerge kirin. Sê Pêşmerge birîndar bûn.
Li gor zanyariyên ji Rêveberê Bajarokê Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê Elend Emîr, îro li sînorê qezaya Amediyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve, gerîlayên PKKê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin. Di encamê de sê Pêşmerge birîndar bûn.
Herwiha Elend Emîr diyar kir, heta niha rewş asayî nebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin