PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, di nirxandina xwe ya li ser êrîşên rejîma Sûriyê bi ser Idlibê de, proseya Astanayê ku her sê welatên Tirkiye, Rûsya û Îranê garantoriya wê dikirin û ev çend salên dawî li ser mijara Sûriyê civînên formata Astana li Kazaxistinê li dar dixistin, bidawî anî.
Erdogan piştî vegera xwe ji Senegalê, di belafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser Proseya Astanayê got: “Wekî Tirkiye, em aliyek bi bandor in. Em ne ku rojek li rast, rojek li çep in. Proseyek bi navê Astana nema ye. Ji bo ku careke din em proseyê zindî bikin, divê em wekî Tirkiye, Rûsya û Îran binêrin bê em dikarin çi bikin.”
Erdogan: Rûsya baweriyê nade û ne li ser sozên xwe ye
Erdogan wiha pê de çû: “Ger Rûsya baweriyê bide, dikare ser bikeve. Ger li ser Rêkeftinên Soçî û Astana Rûsya girêdayî sozên xwe be, em dê berdewam bikin. Lê, roja îro Rûsya baweriyê nade û ne girêdayî sozên xwe ye. Yan dê di pêvajoya Sûriye de, rêyeke cuda bigire ber, yan jî Tirkiye dê rêyek cuda bigire ber xwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin