PeyamaKurd – Di nûçeyeke Bloomberg a Amerîkî de hat îdiakirin ku piştî vekişîna Tevgera Sedir ji proseya siyasî ya Iraqê wê rewş aloztir bibe.
Bloombergê bal kişandiye ser ku Tevgera Sedir a Muqteda Sedir rêbertiya wê dike, digel ku di hilbijartinên Iraqê de serkeftin bi dest xistiye jî ji proseya siyasî vekişiyaye û hat îdiakirin ku wê prosteyoyên kuçe û meydanan ji nû ve li Iraqê dest pê bikin.
Hatiye diyarkirin ku wê Tevgera Sedir ji bo fişara siyasî li ser aliyan bike, protestoyan bide destpêkirin ku dê ev jî aloziyê li Iraqê zêdetir bike.
Herwiha di nûçeyê de hatiye gotin, Tevgera Sedir a şîe her çiqas sala 2008an hêza xwe ya milîs a çekdar Artêşa Mehdî hilweşandiye jî alîgirêr Sedir ji kesên çekdarên bi xeter pêk tê û heger hikûmeteke lawaz li Iraqê were damezrandin, egere derketina pevçûnan di nav alîgirên Sedir de heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin