PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian da xuyakirin ku DAIŞ têk neçûye û şerê li dijî wê jî berdewam e.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di bernameya hevpar a RTL, LCI û Le Fîgaro de, li ser mijara hebûna DAIŞê ya li Sûriye û Iraqê axivî.
Le Drîan destnîşan kir ku DAIŞ hê têk neçûye û hê jî hêza şaneyên veşartî yên wê li Sûriye û Iraqê heye û diyar kir ku şerê wan ê li dijî DAIŞê didome û li ser ewlehiya kampên ku DAIŞî tê de ne jî got ku ew dê teqez piştre werin darizandin.
Wezîrê Derve yê Fransayê da xuyakirin, DAIŞiyan êrîş her li ku derê kiribin, divê li wê derê werin darizandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin